Malpera Sazkirina Hafizeyê li Tirkiyeyê ku di derheqê projeyên Sazkirina Hafizayê yên li Tirkiyeyê berhevkariyeke online e, serdema dawî ya Desthilatdariya Osmanî û ji pêvajoya avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha xebatên sazkirina hafizeyê yên di derheqê gelek kesayetên ku bi binpêkirina giran ya mafên mirovî re rûbirû mane dide nasîn. Ev proje, bi hevkariya World Policy Instıtute (Enstîtûya Pêşxistina Polîtîkayan Ya Cîhanê), Fetzer Instıtute (Enstîtûya Fetzerê) û Hafıza Merkezi (Navenda Bîrgehê)  ya li Stenbolê di sala 2013an dest pê kir. Pêşniyara yekem ya derheqê projeyê de, ji alî Belinda Coopera ku endama Enstîtûya Pêşxistina Polîtîkayan Ya Cîhanê ye; piştî beşdariya kargeheke di derheqê sazkirina hafizeyan ku Navenda Bîrgehê di sala 2011an de li dar xistibû hat pêşnîyarkirin. Armanca projeyê, ji bo demokratîkbûyînê piştgirî dayîna qada hafizeyê ku li Tirkiyeyê bîra netewî ya yek alî, neteweperwer û cihêkar desthilat e; ji aliyê aktorên cuda berhevkirina hewldanên sazkirina hafizeyê yên ku çalak in. Di dema vê xebata kargehê de jî  gelek pirsên di derheqê xebata sazkirina hafizeyê ya ket rojevê û bi armanca bi kûrahî vekolana pirsên dê sazkirina hafizeyê çawa piştgirî bide demokrasi û mafê mirovan, di sibata 2013an de me li Mêrdîn kargeheke duyemîn ku ji komên polîtîk, nijadî û dînî yên cuda ku bi sazkirina hefizeyê re pêywendîdar in li dar xist. Me di vê kargehê de  komên siyasî yên cûrbicûr, beşdarvanên cuda yên ku nûneriya nasnameyên cuda yên dînî û nijadî dikin û bi awayekî çalak xebatên sazkirina hafizeyê dimeşînin anîn ba hev. Herwiha me ji sê welatên mîna Bosna, Îsraîl û Almanyayê ku ji pêvajoyên dîrokî-ji nîqaşê re vekirî û dijwar derbas dibin pispor vexwendin. Malpera Sazkirina Hafizeyê li Tirkiyeyê weke encameke xwezayî ya vê kargehê derket holê.

Varyanta yekem ya malperê ku di 2013an de hat weşandin, di derheqê 26 xebatên li Tirkiyeyê ku hatine jiyîn û zilmên ku îroj tên înkarkirin, çewt şîrovekirin an jî tên binpêkirin agahiyan dide. Gelek ji van ceribandinan, bîranînên fîzîkî yên mîna girtîgehên kevin, peyker, seyrangeh, cihên baweriyê ku awayên sazkirina hafizayê yên kevneşoptir in. Salên pey re Navenda Bîrgehê bo ku xebatên sazkirina hafizeyê ji bo nifşên nû balkêş û gihaştina wê rehettir be, bi teknolojiyên nû û pêrgalên afirîner re peywendiyê danî. Me di derheqê rêbazên mîna lîstik û rastiya sanal û derfetên wan ên ku ji bo rûbirûhatina mafên mirovan yên giran panelan li dar xist. Di heman demê de em hewl didin ku di navbera  rêxistinên mafên mirovan û disiplinên afirîner pratîkên karên hevpar ava bikin û em dixwazin bergehên çîrokbêjî û afirîneriyê yên qada mafê mirovan bi pêş bixin. Her wiha di salên 2018-2019an de bergeha me ya li ser qada sazkirina hafizeyê fireh bû; ji bo vegotina heqîqetê em bêhtir nêzî rêbaz û teknolojiyên nû bûn. Di vê pêywendiyê de jî me biryara nûjenîkirina malpera Sazkirina Hafizeyê li Tirkiyeyê û lêzedekirina naverokên nû da. Bi awayê ku bergeha me ya arasteyî dîmena ceribandinên bîrgehê  diguhere, di sala 2019an de biryara zêdekirina 12 xebatên nû da. Tevî lêzêdekirinên dawî di malperê de 37 proje hene. Gengaz e ku mirov van projeyan ji alî taybetmendiyên şêweyî û xwediyê projeyê fîltre bike. 

Varyanta heyî ya malperê, berhema pêvajoya sêwirana ji nû ve, ya ku di sala 2022an de dest pê kiriye ye.  Di pêvajoya veguherînê ya ku ji aliyê dîtbarî herikbar û balkêşiya malperê ji xwe re kiribû armanc, hemû naverok hat nûjenîkirin. Varyanta nû ya malperê di heman demê de ji bo qada sazkirina hafizeyê nêzîkahiyeke bergehfireh û beşdarvanî di xwe de dihewîne. Me wêneyên nû tevlî naverokên heyî kirin, me çavkaniyên di derheqê qada hafizeyê tevlî beşa pirtûkxaneyê kir û ji bo her xebatê me bi hevparan re mîna ceribandin û gotûbêjan naverokên nû amade kirin. Ev lêzêdekirin, pêvajoyên piralî yên xebatên hafizeyê hîn baştir belge dike û hewl dide ku ji bo tecrûbe û fikarên kom û kesayêtên cuda yên mîna aktoren rêxistinên sîvîl, hunermend, sêwiran, ên ku ji mirinê filitîne; hewl dide. Em hêvî dikin ku ev bingeha pirdengî dê di heman demê de piştgirî bide nîqaş û nêzîkahiyên rexneyî yên arasteyî qadên bîrgehê yên li cîhan û Tirkiyeyê.

Di serdema pêşiya me de dê sê hêlên xebatên pêşxistina malperê hebin: ji bo ku xitabî girseyeke berfireh ya xwîneran bike û ji bo kesên astengdar gihaştina wê hêsan be berdewamiya xebatên sêwiranê; ji bo naverokên heyî lêzêdekirina tebeqeyeke rexneyî û ji bo vegotineke pirdengî gotûbêjên nû, lêzedekirina çavkanî û ceribandinên nû; û ji bo lêzedekirina projeyên nû yên hafizeyê berdewamiya hevdîtin û lêkolînan.

Di têkoşîna heqîqet, edalet û hafizeyê de mûdaxilkirina beşên berfireh yên civakê ji xeletiyên paşerojê ji bo pêvajoya hîndekariyê, ji bo bikaranîna mottoya ‘’Careke Din Qet!’’ gelek girîng e. Vê malpera ku weke bijardeyekê hatiye sêwiran, em hêvî dikin ku di derheqê çalakiyên sazkirina hafizeyê, mafên mirovan û bêedaletiyên ku di paşerojê de hatine jiyîn, ji bo pêşketina qabiliyetên lêpirsîn û fahmkirinê alîkar bibe.

 

Paşeroja Tirkiyeyê ya înkarkirî, encax li gor kiryarên tund ên curbicur ên dewletê û teheyûla wan a bîreke netewî ya hişk û yek alî bê xwendin. Di paşeroja dirêj ya nîqaşên hafizeyê de vegotinên hafizeyê yên alternatif bi zorê hatin sekinandin, înkarkirin an manipûlekirin. Lê belê ev dîmena hişk bi destpêka salên 2000î ve dest bi guherînê kir. Di vê serdema ku endamtiya Yekîtiya Ewropayê û demokratîkbûyîn di rêza pêşîn ya rojevê de bû qadên hafizeyê yên nû, ango qadên sembolîk, çandî û siyasî ku bi nerînên cuda re dikaribûn rûbirû bimînin, hatin vekirin. Mûmkin e mirov bibêje ku ji bo Tirkiyeya salên 2000î di warê hafizeyê de serdemeke girîng bû. Platform, ceribandin û komên cuda yên di derheqê vegotina hafizeyê ya serdest ya li Tirkiyeyê  û di warê fahmkirina repertûara tundiya dewletê di vê serdemê de derketin holê. Vegotinên civatên çandî û siyasî yên cuda ku dikarin bi hev re nîqaşê bikin ên mîna platformên muhafazakâr û misilman, rêxistinên femînîst û jinan, kurdên ku di tevgera siyasî ya kurdan de tevdigerin, çepgirên radîkal, damezrandinên sekûler û neteweperwer, civatên cihû û mesihî, tevgera LGBTİ+, di raya giştî de tevgeriyan. Hemû bi hev re beşên hafizeyê yên ku li hev nakin derxistin holê.

Lê belê ne rast e ku mirov berbelavbûna hafizeyê bi ceribandinên destpêka salên 2000î sînordar bike. Tevgerên siyasî yên cuda, jixwe xwediyê ceribandinên hafizeyê yên di derheqê têkoşîn û îddîaya xwe ya polîtîk bûn. Di vê çarçoveyê de, van ceribandinên siyasî tevî dawiya 1980î, ku ew bi xwe jî weke aktoren siyasî tevlî bûn; qadênhafizeyê yên alternatîf ku rûbirûbûna paşerojê xistibûn rojevê ava dikirin. Bi gelemperî van komên ku bi rêxistinên siyasî yên cuda ku bi tevgera siyasî ya kurdan an jî tevgera femînîst re pêywendîdar in, di konjonktura nû ya berbelavbûna hafizeyê têkoşîna xwe domandin û dika hafizeyê ya alternatîf ya Tirkiyeyê çeşîtdar kirin. 

Lê belê tevî guherîna radîkal ya rewşa siyasî; rewşa hafizeyê ya Tirkiyeyê jî awayekî ecêb bi zordariyê re rûbirû ma. Piştî dawîlêhatina pêvajoya aşitiyê ya 2015an û ceribandinên darbeyê ya 2016an ku bi awayekî neyînî dawî lê hat, qada gelemperî ya sazkirina hafizeyê ya alternatif, ku bi destê sazîyên sîvîl, damezrandinên siyasî û saziyên fermî hatibû ava kirin, hate girtin. Di bajarên kurdan de abîde û seyrangehên ku şaredariyan di atmosfera aşitiyê de çêkiribûn hatin hilweşandinê û guherîn. Ji aliyekî din ve dîsa di vê serdemê de bi hewldanên sazkirina hafizeyê yên mîna Dayikên/Mirovên Şemiyê ku paşeroja wê kevintir e û meşên hafizeyê yên ku saziyên sîvîl di dîroka nêz de dane destpêkirin domiya. Dîsa di salên dawî de dika hafizeyê ya Tirkiyeyê bû şahidê gelek ceribandinên hafizeyê yên serbixwe. Piraniya van xebatan,di dewsa qada fîzîkî de an pê re  qada dîjîtal bi kar anîn, nêzîkahiyên bi beşdarvanî û nûjenî di xwe de hewandin.

Ev malper di derheqê 37 ceribandinên sazkirina hafizeyê agahiyan dide. Xebat, li gor cihên ku lê hatine bikaranîn û  li gor xwediyê wan hatin dabeşkirin. Li gor vê yekê me xebatan li gor xwediyên wan di bin çar serenavan de dabeş kir: Rêveberiya Navendî, Rêveberiya Herêmî, Saziyên Sîvîl û Însiyatîfên Sîvîl û Polîtîk. Weke rêbazê jî me heft kategoriyan pênase kir; Meşên Hafizeyê, Xebatên Dîjîtal, Mûze û Pêşangeh, Abîde û Seyrangeh, Pirtûk û Fîlm.

Armanceke malperê ku hemû xebatên hafizeyê an jî hemû yekeyên qada hafizeyê di nav xwe de bihewîne tune ye. Weke ku tê zanîn sazkirina hafizeyê, yek ji wan rêyên pêşane yên rûbirû hatina paşerojên dijwar e. Abîdeyên hafizeyê an jî çalakiyên bi bîr xistinê yên gelemperî dikare weke şêweyî çeşîtdariyeke berfireh nîşan bide: Peyker, seyrangeh, mûze dikarin bibin her yek ji wan abîdeyên hafizeyê an jî dikare weke şano, pêşangehên gerok û rapêşîyan bên hesibandin. Mirov dikare çalakiyên perwerdehiyê, xebatên ragihan û hîndekariyê yên hevpar lê bar bike. Awayên online yên tûrên bajêr û pirtûkan, bîranînên dîjîtal, mîna hevkariya hemwelatiyan yên ku li ser facebookê dimeşin dikare di qada dîjîtal de şêweyekî bigire. Di vê bijardeyê de armanca me pêşkêşkirina bergeheke berfireh e  ku hemû nezîkahî, şêwe û rêbazên cûda yên di derheqê xebatên hafizeyê de dihewîne.

Abideyên hafizeyê ger ku ji alî hêzên polîtîk ve bên manipûlekirin, dikarin li ser nakokiyan bisekinin an jî nîqaşan bilind bikin, û di encama vê yekê de jî dikarin dijminaniyên nû ava bikin. Lê belê abîdeyên hafizeyê bi perwerdekirina nifşên nû, dikarin dawî li cihêkarî, başkirin û fikarê bînin û bi teşwîqkirina pêvajoyên mîna li hev anînê dikarin ji armanceke baş re xizmetê bikin. Ev yek hêleke sazkirina hafizeyê ye ku malper dixwaze tevkariya demokratîkbûyîn û aşitiyê bike. Mînakên ku ji bo vê berhevokê hatine bijartin, bihêzkirina mafê mirovan, di derheqê bûyerên dîrokî yên ku tên înkarkirin û tunekirin, axaftina li hember girseyên berfirehtir, ji xwe re dike armanc. Di merheleya dawî de jî di navbera gelek komên dînî, polîtîk û nijadî ku şêniyên piralî yên Tirkiyeyê ava dikin; li ser hewldanên alîkariya fahmbarî û lihevkirinê disekine. 

Me beşdarvanên projeya xwe ya Hafize û Ciwaniyê jî tevlî pêvajoya nûkirina naverokan ya ku di 2022an dest pê kiribû kir. Beşdarvanên ciwan, hin ji wan xebatên sazkirina bîrê ku di malperê de cih digirin bijartin û bi mirovên ku di pêvajoyên avakirina xebatan de roleke girîng lîstin hevpeyvînan kirin. Bi vî awayî hem di derheqê rewşa dawî ya van xebatan de agahîyên rojane  hatin bidestxistin hem jî nivîsên piralî û pirdengî ku nifşên nû jî tevlî wê bûn derketin holê. Her wiha me ceribandinên beşdarvanan ku li gor lêkolînên qadê, xebatên arşîvê û lêgerîna dokumantan nivîsîne jî di malpera nû de weşand.

Bi tevkariya lêvegerînên beşdarvanên me yên ciwan û alîkariya wan a li ser  naverokan em ê malpera nû dewlementtir bikin û em wisa difikirin ku naveroka berhevkirinê jî di serdema me ya pêş de em ê pêş bixin. Armanca me ev e ku ev berhevok veguhere platformeke nîqaşê di derheqê mijara bandor, karkirin û abîdeyên hafizeyê ku ji cihên cûrbicûr yên cîhanê ne ku em ê bi agahiyan bi hêz bikin. Bi vî awayî em dixwazin derdora qada sazkirina hafizeyê nîqaş û hevbandoriyeke ji dil ava bikin. 

Ji bo pêkanîna piralî û pirdengiya malpera Memoralize Turkey û bo ji nêz ve şopandina geşedanên ku di qada sazkirina hafizeyê de tên jiyîn, em li hêviya tevkariya xwînerên xwe ne. Hûn dikarin şîrove û pêşniyarên xweyê li ser lêzedekirin û sererastkirinê yên arasteyî naverokên heyî ji ser memorializeturkey@hafiza-merkezi.org bi me re parve bikin. Ji ber ku dê pêşniyazên we yên lêzedikirin û sererastkirinê ji pevajoyeke edîtorî derbas bibin dibe ku weşandin hinek dûdirêj bibe. 

Di merheleya yekem ya 2013an ya projeyê de xebatên ku dê di berhevokê de cih bigirin ji aliyê Belinda Cooper, Meltem Aslan û Murat Çelîkkan ve hatin bijartinê. Lêkolînên di derheqê xebatên ku di malperê de cih digirin Harun Ercan meşand û naverokên yekem nivîsî. Di sala 2019an de jî nivîs û vekolana naverokên nû yên ku li bijardeyê werin zêdekirin Gulistan Zeren, nûvejenkirina naverokên ku di sala 2013an de lê hatibû barkirin Asmîn Adar Buhan, birêvebirina pêvajoyê jî Kerem Çîftçîoglu kir.  Di 2013an de sêwirana yekem ya malperê Derîn Korman kir. Revîzyonên sêwiranê ku di çarçoveya nûjenkirina naverokên ku di sala 2019an de hatine kirin jî Alî Seçkîn Karayol pêk anî.

Pêvajoya sererastkirina metnên ku di salên 2022-2023an de hatine meşandin Kemal Abatan Taylan û Ekîba Navenda Bîrgehê, Edîtoriya wê jî Ayşe Gunaysu meşand. Metnan Semra Somersan, Ayla Jean Yackley û Peter Klempner wergerandin İngilîzî. Sererastkirina derheqê sêwirana heyî ya malperê Merîç Funda(neopublico) kir. Ji nûvejenkirin û şopandina teknîkî ya malpera Sazkirina Hafizeyê li Tirkiyeyê Koray Loker berpirs e.
 

Ev proje ji bo piştgiriyên wan spasiyên xwe li Fetzer Institute, World Policy Institute û Robert Bosch Stiftungê dike. Fetzer Institute hem ji bo kargeha di sala 2011an de pêk hat hem jî bo awayê yekem ya malperê piştgiriya aborî da. World Policy Institute di sala 2013an de piştgiriya îdarî da projeyê. Robert Bosch Stiftung piştgirî da sererastkirin û nûvejenkirinên ku me di sala 2019an de pêk anî bû. Her wiha em dixwazin ji bo xwemalîtiya kargeha Mêrdînê ji Mûzeya Sabanci re, ji bo piştgiriya ku da kargeha Mesut Alp re û bo wêneyan ji Nar Photosê re spasiyên xwe bikin. Chrest Foundation, piştgirî da sererastkirinên metnan û nûvejenkirina sêwiranên malperê ku me di sala 2022an de pêk anî.