Amed di her serdemê de wekî bajarekî girîng hebûna xwe parast. Bajarê ku di demên kevnare de jê re Amîda dihat gotin, li ser rêyên girîng ên bazirganiyê bû û di heman demê de bû qada nakokiyên navbera dewletan. Ameda ku di Serdema Navîn de di navbera dewletên Bîzans û Sasaniyan de bû qada pevçûnên dijwar, rastî wêraniyeke giran hat. Piştî ku bajar ji aliyê Împaratoriya Bîzansê ve hat girtin, gelek avahî, tevî dîwarên wê, hatin zexmkirin an jî tamîrkirin. Lê piştî wê jî dagirkirina Ereban pêk hat û heta sedsala 16em dem bi dem Amed ji aliyê dewletên cuda ve hat birêvebirin. Ji bo bajarê ku di sedsala 16em de ket bin desthilatdariya Osmanî pêvajoyek cûda dest pê kir (Jongerden & Verheîj, 2015). Wek pêwîstiyeke siyaseta Împaratoriya Osmanî ya Îranê, rê li ber eşîrên girîng ên kurdan vebû ku rêxistinên siyasî yên nîvserbixwe/xweser ava bikin. Di sedsala 19em de, ev rêxistinên siyasî bi piranî ji ber reformên navendîparêzî yên Împaratoriya Osmanî ji holê rabûn. Di salên 1830’an de li dijî hewldanên navendîkirina Osmaniyan berxwedanek pêk hat. Amed jî bû şahidê vê berxwedanê. Ermenî jî li kêleka kurdan beşdarî van berxwedanan bûn (Jwaîdeh, 2014). Lê belê di encama têkçûna berxwedana artêşên Osmanî û sirgûnên paşerojê de, desthilatdariya Osmanî ya li Amedê bi giranî heta salên 1920’an dewam kir.
Beriya Şerê Cîhanê yê Yekem, Amed yek ji bajarên Rojhilata Navîn bû ku cihêrengiya etno-çandî ya herî zêde lê hebû. Amed heta destpêka sedsala 20an bajarekî ku tê de komên cuda yên etnîkî û olî yên wekî kurd, ermenî, suryanî, cihû, keldanî, ereb û tirk bi hev re dijiyan. Sîstema neteweyî, sîstemeke hiyerarşîk û girêdayî peymanê bû ku di navbera dewlet û civakên nemisilman de ku bi sedsalan di dema Împeratoriya Osmanî de dom kir, bi hatina Komîteya Îttîhad û Terakkî (1908-1918) û pêvajoya homojenkirina Asyaya Biçûk dest pê kir. Di vê çarçoveyê de, her çend Qirkirina ermeniyan a sala 1915an qonaxeke girîng be jî, ev polîtîkaya homojenkirina dewleta Osmanî ji bilî Ermeniyan komên etnîkî û olî yên ne misilman jî kir hedef. Diyarbekira ku di vê serdemê de beşeke mezin ji nifûsa xwe ya nemisilman wenda kir, ev pêvajoya veguhertina dîrokî pir tûj jiya.
Yekitiya civakî, aborî û çandî ya di navbera komên cuda yên olî û etnîkî de li Amedê di Şerê Cîhanê yê Yekem de têk çû û dewleta netewe ya tirk a di sala 1923’an de ava bû, polîtîkayên di vê serdemê de hatin meşand. Her çend dewleta tirk li gorî Peymana Lozanê ya sala 1923’an mafên kolektîf ên hin komên nemisilman nas kiribe û ev naskirin di asta teorîk de wekhevî pêk anîbe jî, lê zehmet e ku mirov bibêje ku têgihiştina hemwelatîbûnê ya berfireh di pratîkan de xuya dike. Ji ber polîtîkayên cihêkariyê yên dewleta Tirk ên li hemberî nemisilmanan, civakên nemisilman ên Amedê neçar man koçî metropolên Tirkiyeyê an jî welatên Ewropayê bikin. Encama sereke ya vê pêvajoya siyasî wendakirina komên etnîkî û olî yên kevnar ên Amedê û jiyana wê ya civakî ya jîndar, çandî ya piralî bû. Lê tişta ku li dû xwe mabû gelek avahîyên dîrokî, bîrdarî û perestgehên cihêrengîya etno-dînî ya Amedê sembolîze dikirin. Heta van demên dawî, paşguhkirina van avahiyên dîrokî û bi tenêhiştina wê, polîtîkaya dewletê bû. Projeya Yenîkapiyê ji bo berovajîkirina vê meylê pêngaveke dîrokî ye.
Çavkaniyên ku sûd hatine wergirtin
Jongerden, J. & Verheîj, J. (2015). Tekîliyên Civakî yên Li amedê ên Di Serdema Osmanî de (1870 -1915). Wergêr. Ayşen Gur. Weşanxaneya Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê
Jwaîdeh, W. (2014). Dîroka Neteweperweriya Kurd- Geşedan û Kokên Wê. Wergêr. Îsmaîl Ferhat Çekem & Alper Duman. Weşanxaneya Îletîşîmê.
Armanca sereke ya vê projeyê ew bû ku avahiyên dîrokî yên li kolana Yenîkapiya Amedê bên restorekirin û ji bo parastina tevna dîrokî amadekariyên pêwîst bên kirin. Kolana Yenîkapiyê ku mizgeft, dêr û sînagog (Mizgefta Şeyh Motar, Dêra Ermeniyan a Surp Gîragos, Dêra Keldanî ya Mor Petyum û Sînagokek) dihewîne, bi perspektîfeke piralî ya çandî hat nûjenkirin. Bi vê armancê hemû sembol û avahiyên nûjen ên ku tevna dîrokî ya kolanê têk birin, li gorî avahiya wê ya resen hatin rakirin. Dêra Ermeniyan a Surp Gîragos ku di sedsala 16em de hatiye çêkirin û piştî restorekirina wê di sala 2011an de ji bo îbadetê vebû, hem wekî dêr û hem jî wekî muze xebitî. Li aliyê din sînagoga dîrokî ya ku hema hema hilweşiyaye, li gorî avahiya xwe ya dîrokî hat nûjenkirin. Hemama Paşa ya Dîrokî jî ku li ser vê kolanê ye û bi salan wekî hemam dihat bikaranîn, wekî hêmanek çandî ji nû ve hat vekirin. Ji ber ku hunerên destan di jiyana civakî-aborî ya Amedê de xwedî girîngiyeke dîrokî ye, hate plankirin ku yek ji avahiyên li ser kolanê bibe atolyeya hunera destan. Dîmena dîtbarî ya kolanê, tevî ronahiyê, li gorî avahiya wê ya kevnar a dîrokî hate sazkirin. Di encamê de ev proje armanc kir ku Ameda kevn li ser Kolana Yenîkapiyê ji nû ve biafirîne ku di heman demê de ne ku tene bibe xwedî wateyek siyasî-dîrokî.
Tekane beşa ku hatiye temamkirin dêra ermeniyan e. Bandora restorasyona dêrê li herêmî û di medyaya sereke de balek mezin kişand. Her çend ne rast e ku mirov nirxandinek giştî li ser bandorên siyasî û çandî yên projeyê bike, ji ber ku ew hêj berdewam e, lê meriv dikare behsa aliyên erênî û neyînî yên pirosesên plansazî û sêwiranê bike. Ji aliyekê ve pir girîng e ku mirov bibîne saziyek dewletî rasterast di nav projeyek weha nûkirinê de cih digire, di heman demê de siyaseta dewleta Tirk a jibîrkirina mîrateyên çandî yên nemisilman li parêzgehên Anatolya û Kurdan serdest e. Ji aliyê din ve, dema ku siyaseta înkarker a dewleta Tirk a li ser binpêkirinên mezin ên mafên mirovan ên li dijî nemisilmanan berdewam dike, ji hewldanên bi vî rengî yên ji bo bîranîna mîrata xwe ya pirçandî hêvîkirina bandorek siyasî ya girîng jî xelet e. Çarçovekirina projeyê bi rûmetkirina pirçandiyê dikare wekî hewldanek ji bo têkbirina pêvajoya dîrokî ya ku bû sedema derxistina nemisilmanên ji Anatoliyê, were şîrove kirin. Bi gotineke din, bêyî rûbirûbûna rabirdûyê, bêyî naskirina rabirdûya xelkê ne-misilman li Amedê, bandorên muhtemel ên projeyê li ser mîrateya çandî li ser cihê nîqaşan rû didin. Pîvaneke din a pêvajoya sêwirana projeyê jî mijara geştiyariyê ye: Yek ji armancên projeyê jî zêdekirina nirxa geştiyarî ya bajêr ji perspektîfa neo-lîberal e. Di nav seyrangehên turîzmê yên projeyê de otêlên bûtîk û dikanên piçûk ên ku bîranînan difroşin hene. Heke zêdekirina hejmara tûrîstên ku tên Amedê bibe armanca sereke ya projeyê, ev tê wê wateyê ku rabirdûya Amedê bi înkarkirina binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên ku hatine kirin, dê bike amûr. Ev tê wê wateyê ku proje dibe sedema bêpolîtîzekirina hafizeya civakî.
Projeya Yenîkapiyê bi destê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya serdemê hatibû plankirin. Ev proje parçeyek ji veguherandina Kolana Gazî ya ku di nav Sûrên Amedê yên dîrokî de jîyana herêmê ye, bû navendeke geştyarî û bazirganiyê. Kolana Yenîkapiyê ji ber ku di nav çand û olên cihê de cih digire, girîngiyeke taybet dît. Di encama restorasyona ku ji bo xebatên bîranînê yên bi armanca projeyê hatin kirin, Dêra Ermeniyan a Surp Gîragos di sala 2011an de ji ziyaretvanan re hat vekirin. Bi taybetî di pêvajoya aştiyê de ku di navbera salên 2013 û 2015an de di navbera dewleta tirk û tevgera kurd de pêş ket, Kolana Yenîkapiyê ya veguherî yek ji navendên girîng ên Amedê. Helwesta siyasetmedarên kurd a li hemberî Qirkirina ermeniyan bê şik di vê de bi bandor bû. Lê li aliyê din dema ku em li pêvajoyên plansazkirin û sêwirana projeyê dinêrin, meriv dikare hem behsa geşedanên erênî û hem jî yên neyînî bike. Ji ber ku dewleta Tirk hewl da ku bermahiyên dîrokî û avahiyên ku hebûna dîrokî ya nemisilmanan li vê erdnîgariyê nîşan didin înkar bike an veşêre. Ev pêşketineke balkêş bû ku saziyên dewletê rasterast piştgirî dan projeyê. Lê belê li navçeya Sûrê ya Amedê û ji ber vê yekê jî kolana Yenîkapiyê ya ku di çarçoveya projeyê de cih digire, ji pevçûnên ku piştî têkçûna pêvajoya diyalogê dest pê kirin, rasterast bandor li wan kir. Rêveberiya Xweser di 14ê Tebaxa 2015an de ji aliyê Meclîsa Gel a Sûrê û DBP’ê ve hatibû îlankirin. Li ser vê daxuyaniyê dewleta tirk bi operasyonê bersiv da û qedexeya derketina derve destpê kir. Di dema pevçûnan de rêxistinên sivîl xwestin Minareya Çar Ling a li ser kolana ku di bin navê Projeya Yenîkapiyê de ye biparêzin. Di 28ê Mijdara 2015an de komek çalakvan bi pêşengiya Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji bo rawestandina aloziyan civîneke çapemeniyê li dar xist. Lê belê di dema daxuyaniya çapemeniyê de di navbera 2 çekdarên YPS'ê yên ku ketin kolanê û polîsan de pevçûn derket. Di dema pevçûnê de guleyên ku li Tahîr Elçî ketin bû sedema mirina wî. Roja ku Tahîr Elçî hat qetilkirin li Sûrê dîsa qedexeya derketina derve hat îlankirin. Piştî qedexeyê pevçûn dijwar bûn û hêzên ewlekariyê her cure rêbazên leşkerî bi kar anîn heta ku di 10’ê Adara 2016’an de Sûrê ji nû ve bi dest xistin.
Dema pevçûnên ku zêdetirî 100 rojan li Sûrê dom kirin bi dawî bûn, wêraniyeke mezin derket holê. Piştî ku pevçûn bi dawî bû, yekser avahiyên li vê herêmê kirin malên raya giştî û dest bi hilweşandinê kirin. Kesên li Sûrê dijîn rasterast di bin bandora wêrankirinê de man. Çawa ku xaniyên wan hatin hilweşandin, bi saya veguherîna bajarî ya ji aliyê dewletê ve li Sûrê hat destpêkirin, di avahiya çînî ya herêmê de jî guhertineke girîng çêbû. Li taxên ku berê xizan lê dijiyan vîllayên luks, dikan û navendên danûstendinê hatin çêkirin. Li Sûrê ku piştî serdemeke bê pevçûn ket merheleyeke tundiyê, hem tevna dîrokî û hem jî avahiya demografîk a herêmê gelekî guherî. Dêra Ermeniyan a Surp Gîragos û Dêra Keldanî ya Mor Petyum jî ku di çarçoveya Projeya Yenîkapiyê de ne, di bin bandora guhertinê de man. Ji bilî xisarên li avahiyên dêran di dema pevçûnan de, guhdana taybet bi mizgeftan jî nîşana nêzîkbûna rêjîmê li hember mîrateyên çandî yên nemisilman bû. Wekî din, piştî ku qeyûm li şûna şaredariyên hilbijartî hatin tayînkirin, rêveberiyên herêmî yên demokratîk hatin tunekirin û pêvajoya nûjenkirinê bi kêmanî rewabûna xwe winda kir. Di sala 2019an de dewletê dest bi tamîrkirina dêran kir. Dêra Surp Gîragos di 8ê Gulana 2022an de bi merasîmekê ji nû ve ji bo îbadetê hat vekirin.