Piştî ku Rêberê PKKyê Evdila Ocelan di sala 1999an de li Zindana Îmraliyê hat girtin li Tirkiyê di pêwendiya Pirsgirêka Kurd serdemeke nû dest pê kir. Ji bo ku nîşan bidin bê tevgera kurd piştgirî dide çareseriyeke aştiyane, gerîllayên PKKyê vekşiyan kampên xwe yên Iraqê. Piştî ku gerîlla vekşiyan, li bajarên ku li herêma kurdan in OHALa ku ji dawiya salên 1980î û vir ve didome hat rakirin û piştî şerekî bi xwîn hema hema pêvajoyeke awarte dest pê kir. Lê belê ceribandinên ku ji bo çareseriyeke aştiyane dest pê kirine, tu pêvajoyeke diyalog/nîqaşê ava nekir û ji sala 2004an pê ve şerê di navbera PKK û Hêzên Çekdar yên Tirk da ye ji nû ve dest pê kir. Li bajarên kurdan de, bi taybetî jî serdemên ku şer lê zêde ne ji teref hêzên tirk yên ewlekariyê gelek mafên mirovî hat binpêkirin. Di vê pêvajoyê de li Qosera ku navçeya Mêrdînê ye, Ugur Kaymazê 12 salî di encama gule berdanê de jiyana xwe ji dest da.
Bi hinceta ku têkiliya bavê wî bi tevgera kurd re heye dema ku hatin bavê wî binçav bikin, Ugur Kaymaz yek ji wan kesên ku li malê bû. Di encama ku bavê wî Ahmet Kaymaz ji polîsan direviya Ugur jî li pey bavê xwe direviya û polisan hem bavê wî hem jî Ugur kuştin. Piştî bûyerê, dozger di derheqê 4 polisan de, ji ber ku di dema operasyonê de wezîfeya xwe bi xerabî anîne cih pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin. Digel vê yekê, hem di wexta lêpirsîn hem jî daniştinan de hemû pratik û kiryarên wezîfedar û darazê, xizmeta vê yeke kir ku polisên tên sûcdarkirin ji polîtîkayên bêcezabûnê sûd werbigirin. Di encamê de, piştî Ugur hat kuştin tu polisek ceza nestend, hemû jî wezîfeyên xwe domandin.
Bi zêdeyahî salên 1990î de sûcên li hember mirovahiyê ku pêwendî an beşdariya hêzên ewlekariyê bi wan heye û sûcên şerî, hîn jî alî dewletê ve tên înkarkirin. Di derheqê kes û bûyerên ku berpirsiyariya wan tên îddîakirin de rastî nayên lêkolînkirin û polîtîkayên bêcezabûnê tên meşandin. Di salên 90î de, bikaranîna hêza bêrêje de ku hêzên ewlekariyê weke faîl dihatin nîşandan, di analîz û raporên ku der barê pêvajoyên dozê yên vê serdemê de hatin amadekirin de bi awayekî zelal derket holê ku sûcên wekî înfazên bê edaletî bi hevkariya saziyên dewletê yên di rejîma Rewşa Awarte de ji nedîtî ve hatine û/an jî bêceza mane. Di bûyera Ugur Kaymazî de ji teref dewletê weke ‘’terorîst’’ nişandana wî û bi heman rêbazê ‘’rewakirina’’ tundiya ku bi kar aniye encameke li gor dilê wan neda. Îddîaya terorîstiya zarokeke 12 salî ku ji laşê wî 13 gule hatibû derxistin ji alî raya giştî ve bû sedema bertekên mezin. Bi taybetî çalakiyên ku bi armanca protestokirina vê binpêkirina mafê ve dest pê kir, kuştina Ugur Kaymaz di medyaya serdest de jî ciheke berfireh girt û Ugur Kaymaz, bû nîşaneyeke binpêkirinên mafê jiyînê ya hêzên ewlekariya Tirkiyeyê.
Di doza Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymazê ku ji teref hêzên ewlekariyê hatibûn kuştin, hê jî tu berpirs nehatine cezakirin. Di bergeha dozê de polisên bersûc Mehmet Karaca, Yaşafettin Açıkgoz, Sevdi Ahmet Dongel û Salih Ayazî bêgirtin tên darizandin. Xwesteka darizandina bersûcan her carê hat redkirin. Biryar hat dayîn ku îfadeyên wan bi fermanê bê stendin. Polisên bersûc li Stenbol, Bursa, Kocaeli, û Mersînê hatin tayînkirin û wezîfeyên xwe domandin. Doza li Mêrdînê bi ‘’hinceta ewlekariyê’’ neqlî Eskişehirê kirin. Bersûc cara yekem li Eskişehirê beşdarî danişînê bûn. Lê belê polisên ku bêgirtin dihatin darizandin beraat kirin. Di parastina polîsên beraetkirî de hat îddîakirin ku Ugur Kaymaz û Ahmet Kaymaz gule li wan reşandine û di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest dane. Di derheqê doza kuştina Ugur Kaymaz û Ahmet Kaymaz ji ber ku rêyên hiqûqa navxweyî qediya malbata Kaymaz serî li Dadgeha Ewropî ya Mafê Mirovan da. Dadgeha Ewropî ya Mafê Mirovan biryar da ku Dewleta Tirkiyê 140 hezar Euro tazmînat bide malbata Kaymaz. Piştî ku dewleta Tirk ji aliyê Dadgeha Ewropî ya Mafê Mirovan ve sûcdar hat dîtin, ji bo ji nû ve darizandinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan, lê ev daxwaz hatin redkirin. Bi vî awayî doz di sala 2019an de dîsa sewqî Dadgeha Ewropî ya mafê Mirovan hat kirin.
Ugur Kaymaz tenê yek ji wan zarokên ku di derdora şer de hatibû kuştin. Enes Ata, Nîhat Kazanhan, Cemîle Çagırga (Cizîr), Hêlîn Hasret Şen, Rozerîn Çukur, Gurbet (Selma) Kılıç, Xezal Beru û hîn gelek zarokên din bûn qurbanên binpêkirina mafên giran yên mirovî ku di şert û mercên şer de pêk dihat (Soydan & Nakçi & Görücü, 2022). Ji sala 1984an û vir ve şer di nava PKK û dewleta Tirk de pêk tê, tenê ji 2011an û vir ve 22 zarok ji ber qelibandina wesayetên zirxî, 45 zarok jî ji amûrên bermayiyên şer mîna mayin, teqîn hwd. jiyana xwe ji dest dan (Baroya Amedê, 2022). Di şerên ku di navbera 2015-2016an de hatiye jiyîn jî herî kêm 77 zarokên ku temenê wan di navbera 0-18an de diguhere jiyana xwe ji dest dan. Elîf Şimşeka 8 salî, Hayrettin Sinikê 10 salî, Yusuf Akalinê 12 salî, Bûşra Yuruya 10 salî, Sadik Efe Açikgozê 5 salî û Ecrîn Açikgozê 1 salî tenê çend kesên ji wan in (TİHV, 2019).
Sedema hewldana sazikirina hafizeyekê ji bo bîranîna Ugur Kaymaz, hem binpêkirina mafên mirovî ku bi tundiya dewletê derdikeve holê û di mijara mirina zarokan da bilindkirina hişmendiyê, hem jî di encama van binpêkirinan de protestokirina bi awayekî sîstematîk bêcezakirina hêzên ewlekariyê bû. Digel berdewamiya doza Ugur Kaymaz, ji bo zindî hiştina hafizeya kolektîf ya di derheqê vê binpêkirina mafê û ji bo peyitandina mafên zarokan Şaredariya Kayapinarê ya Amedê tevgeriya. Di vê çarçoveyê de, digel Peymana Neteweyên Yekbûyî ya di derheqê Mafên Zarokan, ji bo ku balê bikşîne 13 guleyên ku ji laşê Ugur derketî çêkirina peykereke zarokan ku bi heman hejmarî valahî tê de hene hat plankirin. Di vekirina vê qada hafizeyê de, Hevserokê Şarediriya Navçeyê Evdila Demîrbaş di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kir ku; abîde li cîhanê hemû zarokên ku rastî tundiyê tên sembolîze dike. Armanca wê jî di derheqê mafên zarokan de hişmendiyê zêdetir bike, aşitî, xwişk û biratî teşwîqkirina hezê ye.
Çavkaniyên ku jê sûd hatine wergirtin
Soydan, Y. & Nakçi, M. & Görücü, Y. (2002). Heke Nehatina Kuştin dê Niha Hevalên Me Bûna. Heqîqet Edalet Navenda Bîrgehê
Navenda Mafên Zarokan ya Baroya Amedê – Koma Xebatên Zarokan Ku Di Bin Bandora Pevajoya Şer De Dimînin (2022). Wesayetên Zirxî, Mayin û Şer – Ji Ber Çopên Şer Binpêkirinên Mafên Zarokan (Ji Perspektîfa Mafê Lîstik û Jiyîna Li Derdoreke Tendurist). Weşanên Baroya Amedê
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (2019). Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a Di Serdema Şerî De. Weşanên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê 123.
Abîdeya ku li Amedê ji bo Ugur Kaymaz hat çêkirin, li Kolana Înonuyê ku di navenda bajêr de cihekî ku çûn û hatina wê zêde ye cih girt. Yek ji wan bandorên vê projeye jî, ji bo xebatên sazîkirina hafizeyê yên di derheqê Ugur Kaymaz de hat çêkirin bû pêşeng. Şaredariya Qoserê di sala 2009an de ferq kir ku darizandinên ku tên kirin dê ji aliyê edaletê û cezakirina sûcdaran ve tu encamên girîng dernexîne û ji bo Ugur Kaymaz cihê bîranînê ava bike gav avêt. Li Qoserê peykerê keç û xortekî ku kevoka sembola aştiyê di destê wan de ye hat çêkirin. Navê Ugur Kaymaz li kolaneke Qoserê hat dayîn. Ev gav, navê Ugur Kaymaz ji bo gele Qoserê kir Sembola pratîkên dewletê yên dij mafê mirovan.
Digel zêdebûna bertekên li hember kuştina Ugur Kaymaz û ji ber ku navê wî wateyeke sembolik ya bihêz stend, berpirsên dewletê xebatên sazîkirina hafizeyê yên ji bo wî tên meşandin ji bo heyîna xwe weke gefekê dîtin.Xebatên sazîkirina hafizeyê yên ku şaredarî li ser navê Ugur Kaymaz çêkirin, ji heman çarçoveyê weke kampanyayên siyasî yên ku zerar dayîna yekparebûna dewletê ji xwe re dikin armanc hatin nirxandin. Di sala 2011an de di derheqê Evdila Demîrbaş bi îddîaya ku çavkaniyên dewletê bêrûmet dike lêpirsîn hat vekirin. Digel vê yekê di derheqê Demirbaş de bi hinceta pesindayîna sûc û sûcdar bi daxwaza girtina sê salan doz hat vekirin. Her wiha abîdeya ku ji bo Ûgûr Kaymaz li parka li hemberî Şaredariya Sûrê ya Amedê hatibû çêkirin, di 11ê Gulana 2015an de ji aliyê kes an jî kesên nediyar ve hatibû xerakirin. Di sala 2018an de bi talîmata Cîgirê Walî Bîlal Ozkanê ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê ya Amedê bûbû, abîde hat rakirin. Dîsa di 4ê Tebaxa 2009an de li ser navê Uğur Kaymaz 2 peykerên zarokên ku kevok di destên wan de ne hatin çêkirin. Lê ev peyker bi talîmata Qeymeqam Ahmet Odabaşi ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê bûbû, di 11ê Hezîrana 2017an de hatin xerakirin. Piştî Şaredarê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Îsmaîl Asî ji wezîfeyê hat girtin, di sala 2017an de ji aliyê ekîbên şaredariyê ve hat hilweşandin û rakirin. Di encama rewşa awarte ya ku piştî ceribandina darbeya 15ê tebaxa 2016an hat îlankirin pêvajoya tasfiyekirina karmendan dest pê kir. Di vê pêvajoya ji kar derxistinê dayika Ugur Kaymaz, Makbule Kaymaz jî ku li Şaredariya Qoserê ya DBPyî dixebitî bi KHKyê ji kar hat avêtin. Bi biryarnameyekê ji karê xwe hat dûrxistin. Ji bo bîranîna Ugur Kaymaz, ji bilî xebatên bîranînê yên rêveberiyên herêmî ku tevgera Kurd bi hilbijartinên demokratîk bi ser ket, belgefîlm, fîlm/kurtefîlm hatin kişandin. Li Mûzeya Şermê ya ku ji aliyê Federasyona 78an ve hat organîzekirin, cil û bergên ku Ugur Kaymaz dema hat qetilkirin li xwe kiribûn hatin pêşandan. Ev hemû xebatên ku ji bo bîranîna Ugur Kaymaz hatin kirin, her çiqas pêşî li binpêkirinên mafên jiyanê yên zarokên ku di encama terora dewletê de hatin qetilkirin nehatibe girtin jî, li gel hewldanên dewletê yên ji bo veşartina cinayetan jî hişt ku ew hîn zêdetir bên eşkere kirin.