Pêvajoya şerê bi çek ya di navbera Dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê ku di sala 1984’an de destpê kiriye û salên 1990’î serdema xwe ya herî giran dijîya hê jî didome. Her çiqas heqîqetên serdema şer ya bi xwîn hê jî derneketibe holê jî, tê texmîn kirin ku kêm zêde 50 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û li erdnîgariya Kurdistanê nêzî 2 mîlyon kes bi darê zorê hatine koçkirin. Lêpirsîn bi angaştnameyên ku di destpêka salên 2000'î de hatin vekirin, beriya ku dema qedexeya li ser gelek dosyayên der barê kuştinên kiryar nediyar, înfazên bê daraz û windakirinên bi zorê yên di salên 1990'î de pêk hatin, ji nû ve hatin vekirin. Di sala 2004’an de îtîrafên îtîrafkarê berê yê li Swêdê Abdûlkadîr Aygan ku li ser gelek cînayetên kiryar nediyar û saziya bi navê Rêxistina Îstixbarata Jendermeyan (JÎTEM) tê binavkirin, 10 rojan di rojnameya Ulkede Ozgur Gûndemê de hatin weşandin. Serdozgeriya Komarê ya Rayedar a Taybet a Amedê di sala 2009'an de îtîrafên Abdûlkadîr Aygan wekî rapor qebûl kir û 17 sal piştî kuştina Mûsa Anter, ango 3 sal beriya ku dosya biqede, lêpirsîn ji nû ve da destpêkirin.
Navê JÎTEM'ê di Raporên Komîsyona Lêkolîna Kuştinên Kiryar nediyar de ku di sala 1995'an de li TBMMê hat avakirin, Komîsyona Susurlukê ya di sala 1996'an de hat avakirin û di raporên Lijneya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê ya di sala 1996'an de ji aliyê Kutlu Savaş ve hatibûn nivîsandin de cih girt. Pişt re jî bi îtîrafnameyên Îbrahim Babat (Hacı Hasan) hatin rojevê, çalakiyên JÎTEM'ê dest bi nîqaşan kirin. Di nameyên îtîrafab de de hat îdiakirin ku ev rêxistina şer a ne kevneşopî ya ku di bin kontrola dewleta Tirk de hatiye avakirin, tevî cerdevan û îtîrafkarên PKK'ê bûye sedema gelek kuştinan (TESEV, 2013). Li gorî lêkolînên ku di bin ronahiya komîsyonan û îtîrafên xwe de dest pê kirin, der barê cînayetên ku JÎTEM'ê bi hevkarên wê re kiriye gelek agahî û belge hatin bidestxistin. Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan, hejmara sivîlên ji aliyê JÎTEM û hevkarên wê ve hatine qetilkirin di navbera 1900 û 7000’î de ye. Ji ber ku hêjmara kesên hatine kuştin û bi darê zorê hatine windakirin hêj nayê zanîn, dibe ku hejmara sivîlên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane zêdetirî 7 hezar be. Rewşenbîr û rojnamevanê kurd Mûsa Anter jiyana xwe ji bo naskirina nasnameya kurdî û li dijî înkarkirina ku kurd komeke cuda ya etno-neteweyî ne derbas kir. Anter ji salên 1930’î û vir ve, ji ber sedema çalakiyên rêxistinî, axaftinên xwe û nivîsên xwe yên ji bo nasandina zimanê kurdî û nasnameya kurdan, bi hinceta ‘’kurdpresetî”, “cudaxwazî” û “yekparebûna mutleq ya dewlet û neteweyê” gelek caran ket girtîgehê. Anter di heman demê de di nav damezrînerên saziyên sivîl ên sereke yên ku li ser ziman û çanda kurdî dixebitin, wek Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Navenda Çanda Mezopotamyayê jî cih girt. Li gorî daxuyaniyên endamê berê yê JÎTEM'ê Abdûlkadîr Aygan, Mûsa Anter û biraziyê wî di 20'ê Îlona 1992'an de bûne hedefa sûîqesteke ku ji aliyê endamên JÎTEM'ê ve hatiye plankirin û Anter jî di encama vê sûîqestê de jiyana xwe ji dest daye. Di sala 2006’an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber ku di vê sûîqestê de mafê jiyanê hat binpêkirin û pêvajoyeke têr û tije û pêwîst a darizandinê nehat meşandin, 26 hezar û 500 Euro cezayê pere li dewleta Tirk birî.
Tevî ku endamekî JÎTEM'ê yê ku li xwe mikur hat ku di pêvajoya kuştinê de cih girtiye jî, piştî biryara DMME'yê jî weke şahidê çawaniya kuştina Anter daxuyaniyeke berfireh da. Di warê pêvajoya darizandinê û nûkirina dozê de tiştek nehat kirin. Di Hezîrana 2012'an de ji bergumanên ku tê îdiakirin ku cînayetê pêk aniye Hamît Yildirim hatibû binçavkirin. Ger di derbarê pêvajoya darizandinê de geşedanên nû nebûna, dê hemû gumanbar ji ber şert û mercên qedexeyê ji bêcezabûnê sûd wergirtana. Lêbelê, darizandin di Tîrmeha 2013’an de dîsa dest pê kir. Piştî ku di sala 2016'an de bi Doza Sereke ya JÎTEM'ê re hat yekkirin, dosyaya Ayten Ozturk a di sala 1994'an de li 1'em Dadgeha Cezayê Giran a Elezîzê bi darê zorê hat windakirin, di sala 2019'an de bi Doza Sereke ya Mûsa Anter JÎTEM'ê re hat kirin. Lê belê doza kuştina Mûsa Anter ber bi demborandinê bû. Tevî ku hem parêzerên dozê û hem jî malbata Anter bal kişandin ser vê xetereyê û diyar kirin ku qetilkirina Mûsa Anter weke kiryar nediyar tê dîtin ji dozê wêdetir wateyeke wê heye jî, li pêşberî meqamên edlî tu encam bi dest neket. Daxwaza girtina îfadeya Abdûlkadîr Aygan û Cemîl Işik ên li derveyî welat hatin dubarekirin, lê nehatin qebûlkirin. Her wiha daxwaza parêzerê dozê ya ji hev cudakirina dosyaya Doza Mûsa Anter a ku bi Doza Ayten Ozturk a bi zorê hat windakirin re jî ji bo ku ji qanûnê bê girtin gelek caran hate redkirin. Di roja danişînê de ku ji bo 15’ê Îlona 2022an hatibû diyarkirin, rûniştina nû taloqî 21ê Îlonê hat kirin. Ji ber ku di 20ê Îlona 2022an de dema demborandinê nêz dibû, di danişîna 21ê Îlona 2022an de ji ber dema qedexeyê doz hat betalkirin. Di rûniştina dozê de Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan û parêzerê kurê Mûsa Anter Dîcle Anter; Ozturk Turkdogan, bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber lêpirsîna ku piştî lêpirsînê hatiye kirin, biryara binpêkirinê daye. Herwiha, diyar kir ku divê ev doz di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de bê nirxandin û ji bo sûcên li dijî mirovahiyê demborandin nikare were sepandin jî, dadgehê biryara qedexekirinê da.
Çavkaniyên ku jê sûd hatine wergirtin
Weqfa Dersên Civakî û Aborî ya Tirkiyê (Mijdar,2013). Wecihê Din yê Ergenekonê: Wendahî û Kuştiyên Ku Failên Wan Nediyar, Lekolîna Dosyeyên Ergenekonê. Bernameya Demokratîkbûyînê. Weşanên TESEVê.
Mûsa Anter di demekê de hat kuştin ku şer û pevçûn li Tirkiyê di asta herî bilind de bû û xwepêşandan û çalakiyên aştiyane hema hema ne mumkin bûn. Yekemîn xebata sazkirina hafizeyê ya ku li ser navê Mûsa Anter hat kirin "Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter" bû ku di sala 1993'an de dest pê kir. Rojnameya Gundemê ku Mûsa Anter beriya kuştina xwe lê dixebitî, ji bo xelatkirina rojnamegerên ku nûçeyên mafên mirovan dikin, her sal xelatan belav dike. Hewldaneke din a ji bo bîranîna Mûsa Anter zindî bihêle, merasîma bîranînê ya li cihê ku Anter lê hatiye gulebarankirin bû, ku di sala 1993’an de weke însiyatîfeke sazkirina hafizeyê bi tevlêbûna rêxistinên mafên mirovan û tevgerên gel destpê kir. Piştî ku di salên 2000'î de tevgera Kurd di hilbijartinên şaredariyan de serkeftinek girîng bi dest xist, der barê Anter de pêlek nû ya bîranînê dest pê kir. Şaredariya Yenîşehîra Amedê ji bo kesên ku di sala 2005'an de ji ber kuştinên kiryar nediyar jiyana xwe ji dest dane abîdeyek çêkir û diyarî Musa Anter kir. Ev abîdeya ji aliyê hunermendê Îranî yê bi navê Babek Sophî ve hatiye çêkirin û li Seyrantepe ya nêzî cihê ku Anter lê hatiye qetilkirin hatiye danîn. Ev abîdeya ku dirêjahiya wê 3,5 metre ye, kokê dareke ku ji pirtûkan bilind dibe nîşan dide. Xizmên Mûsa Anter, hevalên wî û girseyeke têr û tije beşdarî vekirina vê abîdeyê bûn. Dirûşmeya vê abîdeyê “Zilm ne qeder e!” e ku hevoka Mûsa Anter di zindîbûna xwe da anî bû ziman.
Di sala 2007'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku cihê jidayikbûna Mûsa Anter e parkek bi navê wî hat vekirin. Rêveberên Partiya Civaka Demokratîk û girseyên gel beşdarî vekirina vê parkê bûn. Ev park ji bilî ku cihê bîranînê ye, weke cihê xwepêşandan û çalakiyan jî tê bikaranîn. Di Tîrmeha 2012’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî projeyek bi heman rengî hatibû kirin. Di Îlona 2012'an de mala Mûsa Anter a li Mêrdînê ji nû ve hat dîzaynkirin ku ji bo ziyaretvan wextê xwe bi xebatê derbas bikin, veguherî muzexaneya ku pirtûkxane jî tê de ye. Ne tenê xizmên Mûsa Anter, xizmên Hrant Dînk ê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin û Metîn Altiok ê li Madîmakê hat qetilkirin jî beşdarî vekirina vê mûzeyê bûn. Her wiha di sala 2008'an de di merasîma Xelata Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter de şanoya "Eref-Di Navbera Du Welatan de" ya bi lîstikvanî û derhêneriya Aydin Orak hat lîstin. Jiyana Musa Anter bi fîlmê "Mûsayê Bê Gopal" ku di sala 2014'an de jî derhêneriya wê Aydin Orak kiribû, derket. Di sala 2020’an de gelek rojnamevan, lêkolîner, hunermend, siyasetmedar û parêzvanên mafan di vîdeoyeke ku ji aliyê malbata Mûsa Anter ve hatiye amadekirin, 100 saliya wî pîroz kirin. Her wiha bi boneya 100 saliya Mûsa Anter bîranînên 76 kesên bi “Apê Musa” re di pirtûkekê de hatin berhevkirin.
Sazîkirina Hafizeyê ya kuştina Mûsa Anter, ji bo kurdan digel ku nîşaneyeke siyasî ye jî di pirsgirêka kurd de ji hela çareseriya demokratîk ve tê wateya pêngaveke girîng. Hewldanên sazîkirina hafizeyê yên li ser navê Mûsa Anter hatine çêkirin di bîra hevpar ya beşeke girîng ya civakê de Anter, rastiya qetilkirina wî û kiryarên nesapandinê yên li Tirkiyê zindî dihêle. Bandoreke din ya van hewldanên sazîkirina hafizeyê jî êşên endamên malbata Anter ne ji teref dewletê be jî ji alî raya giştî ya demokratîk ve tê parvekirin û dîtin.
Li gorî daxuyaniyên Abdûlkadîr Aygan, biryara kuştina Musa Anter ji aliyê rayedarên payebilind ên ji bo JÎTEM'ê "xebitîn" hatiye dayîn. Di vê xalê de, kesên ku biryarê stendine niha winda ne an jî mirine. Ji ber vê yekê kesên ku tê îdiakirin rastî îdamê hatine, hîn jî ji cebilxaneya bêcezakirinê sûd werdigirin. Zelalkirina cînayeta Anter tê wateya eşkerekirina mekanîzmayên ku di wê demê de gelek cînayetên “kiryar nediyar” ji aliyê hêzên paramîlîter ve hatine kirin, çawa hatine xebitandin. Ji aliyekê ve nîşan dide ku çiqasî lezgînî têgihîştin ku rastî ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengkirin û li aliyê din jî pêwîstiya bi hewldanên bîranînê çiqasî lezgîn e. Astengiyek din a ku di pêvajoyê de derket holê jî Mahmut Alinak ê ku di sala 2008'an de gotibû "Divê Peykerên Mûsa Anter û Denîz Gezmîş bên çêkirin" bi hinceta ku pesnê sûc û sûcdar kiriye 50 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di merasîma bîranîna Mûsa Anter a salane de polîsan hewl da wêneyên rojnamegerên di salên 90'î de hatin qetilkirin û jiyana xwe ji dest dane, ji bilî wêneyê Mûsa Anter, asteng bikin. Di sala 2021’an de ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve bi hinceta bîranîna Mûsa Anter, li tevahiya bajêr 15 rojan qedexeya çalakiyan hatibû ragihandin.