Cemxaneya Amedê

Diyarbakır, 2011
...

Komara Tirkiyeyê ji damezrandina xwe ya sala 1923’an û vir ve Elewîtî weke nasnameyeke nijadî-olî qebûl nekir û ev rewş hê jî neguheriye. Tevî ku dewleta Tirk îdia dike ku di destûra bingehîn de laîk e, lê Serokatiya Karên Diyanetê ku ji sala 1924’an û vir ve di çarçoveya Îslama Sunnî de rasterast di bin kontrola dewletê de dixebite, hewl dide qada olî di bin kontrola xwe de bihêle. Vê saziyê heta niha baweriya Elewîtiyê qebûl nekiriye û ji bo polîtîkayên cihêkariyê weke amûrekê bi kar tîne. Dema ku behsa van polîtîkayên cihêkariyê tê kirin, yek ji pêkanînên ewil ên ku tê bîra mirov ew e ku cemxane weke îbadetxane nayên naskirin û ji piştgiriya aborî ya mizgeftan bêpar dimînin. Di çarçoveya polîtîkayên ku li gorî feraseta Îslama Sunnî hatine teşekirin, mizgeft weke yekane cihê îbadetxaneya Mislimanan tên dîtin û cemxane jî weke cihê baweriyê nayê qebûlkirin. Li aliyê din li gorî Elewiyan naskirina cemxaneyan ji bo mayîndebûna bawerî û nasnameya Elewîtiyê girîng e.

Li gorî daneyên Federasyona Elewiyên Bektaşî li Tirkiyeyê 20 mîlyon û li Ewropayê jî milyonek elewî dijîn. Li Tirkiyeyê nêzî 1500 cemxane hene. Her çend hikûmeta AKP'ê ji roja ku di sala 2002'an de hatiye ser desthilatdariyê soza "Însiyatîfa Elewîtiyê" daye jî, lê divê were destnîşankirin ku civîn û însiyatîfa ku hatiye organîzekirin, ji ber avahiya îdeolojîk a desthilatdariyê veneguheriya polîtîka û pêvajoya qanûnî. Lê belê di sala 2022’an de ku Tirkiye dikeve hawirdora pêşhilbijartinê, nîqaş û însiyatîfa li ser dayîna statuya îbadetxaneyên cemxaneyan dîsa gur bûne. Serokkomar Erdogan di Cotmeha 2022’an da daxuyanî da û wiha got: Çanda Elewî-Bektaşî û Serokatîya cemxaneyan dê hemû cemxaneyan bi rê ve bibe. Hemû kêşeyên têkildarî lêçûnên ronîkirin, vexwarin û ava vexwarinê û lêçûnên lênerîna Cemxaneyê dê bên çareserkirin. Bi heman awayî, rêberên olî yên ku berpirsiyar in ji bo pêkanîna xizmetguzariyên li cemxaneyan dikarin ji kesên ku daxwaz dikin werin tayîn kirin." 

REWŞ:

Qediya

Dîrok:

2011

Xwediyê projeyê:

Rêveberiya Heremî

Çêkirina Cemaxaneya Amedê di Tîrmeha 2001’ê de dest pê kir. Nûnerên gelek saziyên sivîl, Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê û rêberên olan beşdarî merasîma avêtina bingehê bûn. Pêvajoya avakirinê pir dirêj nebû û di kanûna Yekem a heman salê de cemxane bi merasîmeke din bi beşdariya girseyeke qelebalix ji bo îbadetê hat vekirin. Di merasîma vekirinê de sazî/ kesayetiyên wekî Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Federasyona Elewî-Bektaşî, Partiya Aştî û Demokrasiyê, nûnerên gelek saziyên sivîl ên mafên Elewiyan, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û bi hezaran beşdar bûn. Di merasîmê de semah ku di baweriya Elewiyan de xwedî cihekî girîng e, hate kirin. Armanca bingehîn a vê projeyê ew bû ku cihekî ku Elewî pêdiviyên xwe yên olî pêk bînin, were afirandin. Di nava cemxane ya hatî çêkirin de beşên ku hem erkên olî û hem jî yên civakî hene. Salona konferansê, beşa ku Elewiyan rîtuelên qurbanî û parvekirina xwarinê bi navê lokma tê de dikin, odeya sersaxiyê, ofîsa îdarî, qehwexane û jûreya sersaxiyê der barê plansaziya hundirê avahiyê de nêrînek dide. Her wiha dema em li navên beşên Cemxaneyê dinêrin, em dibînin ku di nav wan de kesayetên dîrokî hene ku dê bîranîna kolektîf a Elewiyan zindî bihêlin. Mînak salona konferansê li ser navê Seyît Riza yê ku di sala 1937'an de di komkujiya Dêrsimê de hat qetilkirin. Li aliyê din dema em li çalakiyên ku ji roja vekirina cemxaneyê vir ve li vir tên lidarxistin dinêrin, tê dîtin ku li gorî bawerî, dîrok û nasnameya Elewîtiyê konferans û çalakiyên curbecur hatine lidarxistin.

Elewiyên li Tirkiyeyê bi salan e li dijî înkar û nenasîna nasnameya xwe têdikoşin. Lê belê avakirina cemxaneyê li Amedê di serî de tê wateya ku Elewiyan li gorî baweriya xwe xwedî cihekî olî ne. Ji ber ku Elewî di tevahiya dîroka xwe de rastî komkujî û cihêkariyên bênavber hatine, ev projeya avakirina qada baweriyê weke hewldanek ji bo bîranîn û bilindkirina hişmendiya li dijî cudakariyê tê dîtin. Di merasîma vekirinê de nûnerên saziyên sivîl ên Elewiyan destnîşan kirin ku di heman demê de ji bo tevkariya vê projeyê di pêvajoya demokratîkbûnê de ye wê pêşerojeke nû bi hevgirtina komên bindest bê avakirin.  Li aliyê din Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê wê demê Osman Baydemîr jî bal kişand ser dîroka pirolî û pirneteweyî ya bajêr û diyar kir ku hebûna cihên olî ji bo komên baweriyên cuda yên weke Elewiyan wê ev dîrok û pirrengiyê zindî bihêle.

Di Sibata 2013’an de serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ev daxuyanî dabû: “Cemxane qadên çandî ne. Di Îslamê de mescîd mizgeft e. Ma we qet di Xirîstiyantiyê de ji bilî dêrê cîhek îbadetê bihîstiye? "Birayên me yên Elewî jî wek me Misilman in û ji bo Îslamê şîroveyeke wan cuda ye." Pirsgirêka herî mezin a ku ev proje û projeyên bi vî rengî rûbirû mabûn, israra hikûmetê bû ku baweriya Elewîtiyê wekî mezhebeke Îslama Sunî binirxîne. Ev helwesta hikûmetê hiyerarşiya nijadî-olî ya li Tirkiyeyê berdewam dike û cudakariya li dijî Elewiyan bi awayekî “meşrû” dibîne. Îro li Tirkiyeyê hejmara mizgeftan 84 hezar û 684 e, cemxane jî hezar û 500 e. Her wiha di sala 2013’an de pêşniyara parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun a ji bo parlementerên Elewî û xebatkarên meclîsê di nava meclîsê de çêbike ji aliyê hikûmetê ve hatibû redkirin. Bi giştînameya ku di sala 2015'an de ji aliyê CHP'ê ve hatibû weşandin, cemxane ji aliyê 231 şaredariyan ve weke cihê îbadetê hatin qebûlkirin. Lê belê, ji ber ku ev naskirin ji aliyê dewletê ve bi awayekî fermî nehatiye naskirin, zehmetiyên cuda berdewam dikin. Di sala 2020'an de pêşniyara endamên CHP'ê yên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya ji bo qebûlkirina cemxaneyan weke cihê îbadetê û ji gelek xizmetên şaredariyê bêpere sûd werbigirin, ji aliyê endamên AKP û MHP'ê ve hatibû redkirin. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê pêşniyarname hat qebûlkirin û cemewî wek îbadetxane hatin nirxandin.

Her çend di heyamên hilbijartinê de desthilatdariya AKP'ê der barê "Însiyatîfa Elewiyan" de gelek soz bide jî, ji bo bicihanîna van sozan hê gavên berbiçav nehatine avêtin. Li gorî vê yekê, hewldanên ji bo bidestxistina statuya îbadetxaneyên cemxaneyan hê jî bê encam in. Cemxane heke statuya îbadetê bi dest bixin dê ji mûçeyên cûrbecûr bêpar bimînin. Di vê qonaxê de yek ji pirsgirêkên herî mezin barê darayî ye ku ev lêçûn li ser cemxaneyan ferz dike. Bi vî awayî mesrefên wek fatureyên ceyran û avê dê ji aliyê dewletê ve bê dayîn.