Dayikên/Mirovên Şemiyê

...

SESLİ BETİMLEME

Dîroka wendakirinên bi darê zorê ya li Tirkiyeyê em dikarin ji 24ê Nîsana 1915an de bi binçavkirina 234 rêberên ermenî û pişt re jî bi wendakirina gelek ji wan dest pê bikin. Di serdema Cumhuriyeta zû de jî dewlet, yê ku herî tê zanîn weke Sebahattîn Alî, polîtîkaya xwe ya wendakirina bi darê zorê bi hin biryarên yekane sepand. Xuyakirina vê sûca dewletê demildest berî derbeya leşkerî ya 12ê îlonê dest pê kir, hetanî sala 1990î bi gelemperî li hember muxalifên çep û çepgir hat sepandin. Dema ku mirov li 50 salên dawî ya Tirkiyê dinêre, tê dîtin ku guherînên ciddî yên rejîmê ku di pêvajoya pratîkên kontrgerîlla û êrîşên leşkerî de binpêkirina mafên mirovan yên bergeha wê berfireh e pêk hatibû.  Di vê pêwendiyê de, taybetiya du serdemên dîrokî girîng e. Yek ji wan darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980î de pêk hatibû ya din jî di salên 1990î de li hember girsêkirinan polîtîkayên dewleta tirk ku disepand. Di sala 1980î de, ji bo restorekirina rejîmê û derbasbûna pêrgala neo-lîberal bi derbeya leşkerî ya Hêzên Çekdar Yên Tirk ku dest danîn ser rêveberiya dewletê; bi taybetî jî arasteyî tevgera çepgir pêlên zext, binçavkirin, girtin  û şkenceyên sîstematîk dest pê kir. Di vê pêvajoyê de, car caran di nav dema ku di binçavkirinê de man car caran jî ji ber ‘’hêzên ewlekariyê’’ bêyî binçavkirinê û bêşop mirov hatin wendakirin. Di serdema 1980-83an de ku pêrgala cûntayê Tirkiyeyê bi rê ve dibir, ji bo civakeke bêdeng û ji siyasete dûr ava bike serî li tundî û terora dewletê da. Her çiqas li Tirkiyeyê dîroka wendakirina mirovan xwe bispêre salên ewil yên Cumhuriyetê jî, bi awayekî berbelav sepandina vê sûcê di navbera Hêzên Çekdar Yên Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê di pêwendiya têkoşîna çekdar ya ku 1984an de dest pê kiribû arasteyî kurdan bû. Serdema ku ev sûc herî zêde dihat sepandin jî navbera salên 1993-1996an bû ku şêweya şerî ya ne dijwar zexmtirîn dihat sepandin. Bi taybetî di pêvajoya zextiyê ya  di navbera 1991-1996an, bi hinceta têkîliya bi tevgara kurd re ji hezarî zêdetir kurd bi darê zorê hatin wendakirin. Di vê çarçoveyê de, stratejiya wendakirina bi darê zorê ya ku ji teref dewletê ve tê meşandin, di nava binpêkirinên mafên mirovan ya Dewleta Tirk ciheke berfireh girt. Li gor hinekan demokratîkbûyîna di salên 2000î de pêk hat û pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015an domiya hêviya di derheqê çareseriya aştiyane bilind kiribû. Di vê serdemê de em bûn şahidên berfirehiya qada demokratîk û ji bo wendayiyan daxwazên edalet û heqîqetê ku dihat bilêvkirin hîn berbiçavtir bûn. Lê belê di sala 2015an de bi dawîlêhatina nîqaşan û vegerîna pêvajoya şer, tundiya dewletê careke din arasteyî her cure hewldanên bibîranînê bû. Sûca wendakirina bi darê zorê ya ku hêmaneke tundiya dewletê ye, piştî ceribandina derbeya leşkerî ya 2016anji nû ve dest pê kir. 

REWŞ:

Didome

Dîrok:

1995

AWA:

Bîranîn

Di derketina holê ya çalakiyên Dayikên/Mirovên Şemiyê, meriv û nasên kesên ku hatine wendakirin û aktîvîstên mafên mirovan ku li Komeleya Mafê Mirovan Ya Şaxa Stenbolê hatin ba hev diyarker in. Hasan Ocakê ku di rojên tundiya dewletê  ku li Taxa Gaziyê arasteyî elewiyan pêk dihat hatibû binçavkirin, piştî du mehên binçavkirinê di 15ê gulana 1995an di encama şkenceyê de bi awayekî ku jiyana xwe ji dest da hat dîtin. Di dema wendakirina wî de çalakiyên ku malbata wî ji bo dîtina wî pêk dianîn çavkaniya bîranînên Dayikên/Mirovên Şemiyê ava kir. Di rejîmeke siyasî ku hebûna xwe bi rêya binpêkirina mafan ya kolektif û tundiyê diparêze de, texmînkirina çalakiyên bêîtaatiya sîvîl yên alîgirê demokrasiyê ne dê di çi rêjeyê de bandoreke siyasî ava bike û dîtina wê ya piştgiriya girseyî, gelek dijwar bû. Digel vê yekê jî, malbatên ku merivên xwe wenda kirine û parazvanên mafên mirovan di 27ê gulana 1995an de li ber Lîseya Galatasarayê ya li ser Kolana Îstîklalê ye hatin ba hev û vê derê kirin qadeke zindî ya wîcdanî. Çalakvan, mîna dayikên wendayiyan yên  Plaza de Mayoyê ya li Arjantînê, her hefte roja şemiyê, bi pêkanîna çalakiya rûniştinê, çalakiya protestoyê û bîranînê dan destpêkirin. Du daxwazên bingehîn yên Mirovên Şemiyê ku wêneyên wendahiyên xwe her dem di destên xwe digirtin hebû: Ya yekem daxwaza agahiyên ewle û şênber bû ku wezîfedarên dewletê çi anîne serê zarok, hevjîn, xwişk û birayên wan. Bi gotineke din, Dayikên/Mirovên Şemiyê ku ji aliyekî ve ji Dewleta Tirk cinazeyên zarokên xwe daxwaz dikin, ji aliyekî din ve jî di derheqê binpêkirina van mafan de hewl didin ku hafizeya kolektif zindî bihêlin. Ya duyem, tespîtkirina faîlan û hem di derheqê vê polîtîkaya dewletê hem jî ji bo faîlên ku bêceza mane destpêkirina pêvajoyeke darazeke hiqûqî ye. Di vê pêwendiyê de, ceribandina sazîkirina hafizeya dînamîk ku di dîroka siyasî ya Tirkiyê de cihekî wê yê girîng heye, ji bo ku bi sedan bûyerên wendakirinê, ku mexdûrên binpêkirina mafên ku dewletê pêk anîne, têxin rojeva civakan, ji alî Dayikên/Mirovên Şemiyê ku bi awayekî bi sebr têdikoşin hat destpêkirin. Ceribandina bîranînê ya Dayikên/Mirovên Şemiyê ku ji bo zarokên xwe yên hatine wendakirin tenê bi Stenbolê sînordar nema û li Amed, Şirnex(Cizîr) û Batmana ku hejmara wendahiyan li gor bajarên din zêdetir bûn jî dest pê kir. Kombûn li qada Galatasarayê di gulana 1999an de dest pê kir. Ji ber kiryarên binçavkirinên zêde yên polisan û tundiya dewletê ku di sala 1999an zêdetir bû ji bo hevdîtinan navber hat dayîn. Pişt re di derheqê zêdebûna bi hêviya darizandina wezîfedarên dewletê  di sala 2009an de dîsa dest pê kir. Ji vê dîrokê û pê ve, heta 25ê tebaxa 2018an ku qad careke din hat qedexekirin malbatên ku li Galatasarayê bênavber çalakiyan dikirin, ji qedexekerinê û vir ve li ber Komeleya Mafên Mirovan Ya Şaxa Stenbolê dicivin. Polis êrîşî hevdîtina hefteya 700î ya Dayikên/Mirovên Şemiyê kir û bi biryara Wezareta Karên Hundirîn, di derheqê Dayikên/Mirovên Şemiyê ku hatina wan a ba hev ya Qada Galatasarayê hat astengkirin bi sûcdarkirina ‘’bêçek beşdariya meş û civînên dijqanûnî û digel hişyariyê jixweber belavnebûyîn’’, li hember qanûna meşên çalaki û civînî  ji alî Dozgeriya Giştî Ya Cumhuriyetê Ya Stenbolê angaştname hat amadekirin û derheqê wan de li Dadgeha Sizayî ya Giştî ya 21em ya Stenbolê ji bo darizandina heman sûcê doz hat vekirin. Çalakiyên rûniştinê yên di 29ê çileya 2011an de li Şirnexê dest pê kiribû piştî ku serdema şerî dîsa dest pê kir di 2016an de hat qedexekirin. Li Amedê jî çalakiya ku heta 20ê tebaxa 2016an li ber Abîdeya Mafê Jiyînê, li derve didomiya, piştî ceribandina derbeya leşkerî ya 15ê tîrmeha 2016an bi ragihandina rewşa derasayî (OHAL), piştî hefteya 393em li Komeleya Mafên Mirovan ya Şaxa Amedê hat pêkanîn. Malbat piştî dawîlêhatina rewşa derasayî(OHAL), çalakiya xwe ya 493em piştî 100 hefteyî ji nû ve li Parka Koşuyoluyê li dar xistin. Lê belê piştî şeş hefteyan ev car jî çalakî bi qedexekirina Walîtiya Amedê re rûbirû ma. 

Ji roja çalakiya wan ya yekem ya sala 1995an heta îroj, hejmara mirovên ku daxwazên xwe yên edaletê parve dikin û piştgiriyê didin Dayikên/Mirovên Şemiyê sal bi sal zêde bû. Hevdîtina 700em ya 25ê tebaxa 2018an her çiqas ji alî Qeymeqamiya Beyoğluyê ve hatibe qedexekirin jî, kampanyaya ku berî wê hat meşandin gihaşt girseyekê. Afişên ku bi hashtaga #BeniBulAnne hatin amadekirin ji ser Tweterê geriyan, bangawaziyên arasteyî hevdîtinê li malperên nûçeyan yên cuda cih girt, di çalakiya ku polisan erişî wan kirin 46 aktîvîst û Mirovên Şemiyê hatin binçavkirin. Ji adara 2020an û vir ve jî ji ber nexweşiya gerdûnî ya Kovîd-19ê bîranîn ji ser platformên înternetê, her hefte malbata maxdurekê/î, siyasetmedar an jî parazvanên mafê mirovan bi xwendina metna çapemeniyê hat domandin. Bi vî awayî ji bo di derdoreke berfirehtir bihîstina çalakiyên Dayikên/mirovên Şemiyê ji derfetên teknolojîk sûd hat wergirtin. Di heman demê de, di derheqê çalakiyên Dayikên/Mirovên Şemiyê ku bi salan in didome tezên akademîk, gotar, raporên saziyên sîvîl ku weke neteweyî û navneteweyî tên amadekirin derketin; belgesel hatin kêşan, lîstikên şanoyê hatin lîstin, wêne hatin xêzkirin. Hunermendên mîna Sezen Aksu, Ceylan ErtenAhmet Kaya, komên mûzîkê yên mîna Bandista, siyasetmedarên mîna Selahattin Demirtaş ji bo ku piştgiriyê bidin Dayikên/Mirovên Şemiyê stranan bilêvkirin. 

Têkoşîna dayikan/parêzvanên mafên mirovan bersivek bû li dijî tundiya dewletê ya ku endamên aktîf ên civakê hedef digire. Bertekên destpêkê yên dewletê li hemberî daxwazên Dayikên/Mirovên Şemiyê bêdeng nemînin. Lê belê ji ber ku piştgiriya civakî û siyasî ya ji bo têkoşîna Dayikan zêde bû, ev bêdengî bi lez hat şikandin, sekna polîsan a li çalakiyan zêde bû û polîsan di gelek hevdîtinan de, hin ji wan jî herî dawî, tundî li çalakvanan kirin. Ji aliyê din ve, di salên pêş de, hukûmetê ji bo ku gazinên wan bibihîzin, dest bi guhdarkirina Dayikên/Mirovên Şemiyê kirin. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a ku di Nîsana 2011an de di nava Meclîsa Giştî ya Tirk de hat avakirin, bi nûnerên Dayikên/Mirovên Şemiyê re civînek li dar xist. Her çendî ev komîsyon ne xwedî mîsyona destpêkirina pêvajoyek berfireh a darizandinê li dijî sûcdaran bû jî, hişt ku Dayikên/Mirovên Şemiyê dengê xwe bigihînin medyaya sereke li seranserê welêt. Her wiha di Sibata 2011an de Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan bi nûnerên Dayikên7Mirovên Şemiyê re hevdîtin pêk anîbû û li serpêhatî û daxwazên wan ên edaletê guhdarî kiribûn. Her çend hikûmeta AKPê yekem car guh da van daxwazan jî, tu pêşketineke cidî pêk nehat. Agahiyên ku di çavkaniyên dewletê de der barê aqûbeta zarokên du dayikên ku beşdarî civînê bûn de bi raya giştî re hatin parvekirin. Di nava agahiyên ku hatin parvekirin de der barê meytên 2 kesên hatin windakirin de agahiyên zelal nehatin girtin, tenê agahî derbarê çawaniya windakirinê de ne. Her çendî ev agahî hişyariya tundiya dewletê ya li dijî beşên civakên ku ji aliyê siyasî ve çalak dibin zêde kir jî, ji bo destpêkirina pêvajoyeke ciddî ya dozgeriyê têrê nekir.

Yek ji wan dijwariyên Dayikên/Mirovên Şemiyê ku ji bo wendahiyên bi darê zorê di hafizeya kolektîf ya civakê de bi cih bikin têdikoşin, polîtîkayên zexm û tundiyê ya dewletê bû. Ji ber sedema tundiya dewletê Dayikên/Mirovên Şemiyê di sala 1999an de mecbur mabûn ku navber bidin çalakiyên xwe yên rûniştinê. Bi zêdebûna hêviyên wan yên rûbirûbûyînê Dayikên/Mirovên Şemiyê di sala 2009an li Qada Galatasarayê dîsa hatin ba hev lê qad di tebaxa 2018an de li wan dîsa hat qedexekirin. Polis di hefteya 700em ku beşdariyeke zêde hebû nehişt ku beşdarvan derbasî Qada Galkatasarayê bibin, vi dehan parazvanên mafên mirovan ku di nav wan de merivên wendahiyan jî hene hatin binçavkirin. Bi bikaranîna guleyên plastîk û xaza tûj êrîşî wan kir. Suleyman Soyluyê ku Wezîrê Karên Hûndirîn bû, bi mebesta  nestendina Qada Galatasarayê ya Dayikên/Mirovên Şemiyê got ku; ‘’me destur neda ji berk u me xwest êdî ev îstîsmar û xapandin bi dawî bibe. Ma me çavê xwe lê bigirta ku dêtî ji alî rêxistina terorê ve tê îstîsmarkirin, ji terorê re dibe hincet?’’. Li Amed û Şirnexê (Cizîr) jî qedexekirinên di derheqê Dayikên/Mirovên Şemiyê di dîrokeke zûtir, di serdema şerî ya 2016an de ku lê hat vegerîn dest pê kir. Çalakiyên ku daxwazên edaletê yên Dayikên/Mirovên Şemiyê di nav xwe de dihewîne di nav korodona polisan de didome. Hê jî destûr nayê dayîn ku malbat derbasî Qada Galatasarayê bibin. 

Arasteyî hevdîtina hefteya 700em ya Dayikên/Mirovên Şemiyê, piştî êrîşa polîs ji 46 kesan re bi hinceta “muxalefeta Qanûna Meşên Çalakî û Civînî’’ doz hat vekirin. Sererastkirina Çalakiyên ku daxwazên edaletê yên malbatên kesên ku bi darê zorê hatine wendakirin mafeke qanûnî ye. Lê bele ev doza ku binpêkirina qanûna bingehîn jî dide ber çavê xwe û di vî warî de mînakeke girîng e ku li Tirkiyeyê ên wekhevî û edaletê daxwaz dikin tên cezakirin ne wan kesên ku mafên mirovan binpê dikin. Ji aliyekî din ve jî wan kesên ku daxwaza wekhevî û edaletê dikin weke ‘’endamên rêxistina terorê’’ tên pênasekirin û bi êrîşên zexm ên dewletê re rûbirû dimînin.

Digel van hewldanên sazkirina hafizeya dînamîk ya Dayikên/Mirovên Şemiyê ku li bajarên cuda bi pêrgalî tên ba hev di derheqê kesên ku bi darê zorê hatine wendakirin qadeke hafizeyê ya mayinde nehatiye avakirin. Mirov dikare bibêje ku ev kêmasî sînordarkirinekê pêk tîne.Bi taybetî jî li Stenbolê, bi armanca bîranîna wendahiyan abîde, mûze an qadeke wîcdanî tune. Dema ku mirov bi Dayikên Arjantînê yên Plaza De Mayo ve berawird dike, tunebûna bîrdariya daîmî ya ku balê dikişîne ser têkoşîna Dayikên/Mirovên Şemiyê bi awayekî zelaltir tê dîtin. Her çend Dayikên/Mirovên Şemiyê daxwaza veguherandina qereqolên ku zarokên wan lê hatine windakirin bikin Muzeya Şermê, lê belê di vî warî de tu hewldanek pêk nehatiye. Kêmbûna van qadên wijdanî veguheztina bîranîna tundiya dewletê ji nifşên nû yên li Tirkiyeyê re sînordar dike û qada tekoşîna li dijî bêcezakirinê sînordar dike.